Awaya nû ji bo alîkarîya erebê ya ҫûna dibistanê ji bo salên xwendinên yên 21/22
Em bi bîra we tînin ew kesên ku zarokên we diherin dibistana bingeh, ji derwî yên ku diherin dibistana taybet, gerek hûn muracaeta xwe ji bo alîkarîya ҫûna dibistanê bi erebê di pela me ya nû e-tjänst de bikin. Ger hûn bi xwe muracaeta xwe nekin, em tu qertên dibistanê ji were rê nakin, û hûn jî bi xwe nikarin daxînin.
Ji bo sala xwendinê ya pêṣîya me gerek hûn muracaeta xwe di wextê (8 mars-26 mars) de bikin ku hûn berî destpêka meha tebaxê karibin biryarekê ji bo qerara alîkarîya erebê bigrin.
Xizmeta – e (E-tjänst) wê di pela Beledîyê de (tarîxa destpêkê) de hebe, û ketina wê bi alîkarîya elegitimation ve wê pêk ve bê. Ger e-legitimasyona te nebe, tu dikari li banka xwe vina bistîni.
Di roja îro de zarokên ku li cem malbatan hatini bi cîh kirin, û ew kesên ku hejmarên wana yên kesîn ne dewamî bin, dikarin muracaeta xwe bi riya forman ve dagrin. Ev formana li jêr hene:
Navenda karûbarên xizmeta kesa nya Beledîyê : 0225–55000
Malpera Beledîyê
Armanca vê guhertinê ji bo jîngehek baṣ, û ji bo planekî baṣtir yê ji bo trafîka bi otobusan, û her ji bo tasarûfan kêmbûna peran e.
Ger sûalên te hebin, tu dikari bi riya e-post ve têkilîyên xwe bi mesûlê alîkar yê ji bo ҫûna ereban re deyne.
skolskjuts@sater.se